Cıvata Daskan'î ya

Forum

=> Daha kayıt olmadın mı?

Üye Olup Paylaşım Yapmaya Ne Dersiniz Her Türlü Edebi Eserler Burada.

Forum - Feqiyê Teyran kî ye?

Burdasın:
Forum => Kurdi => Feqiyê Teyran kî ye?

<-Geri

 1 

Devam->


Yönetici
(şimdiye kadar 3 posta)
24.09.2014 21:14 (UTC)[alıntı yap]
Feqîyê Teyran di dîroka wêjeya Kurdî de cihekî bêhempa digre. Weka hemî helbesvanên berê, zanayekî Îslamê ye û di nav jîyanek olî de mezin bûye.
Li ser sala bûyîna wî, gellek lêkolînvan hinek hejmaran dane. Lê gorî ew di helbestên xwe de dîyar kirîye gora demsala hîcrî (koçî 971'an de hatîye dinyayê. Ev jî gora demsala mîladî (zayînî 1561 an jî 1563 ye. Di helbesta xwe ya bi navê "Dilo Rabe" de wûsa dîyar dike:
Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji hîcretê dewran gelek çûn
Sal hezar û çil û yek çûn
Ev xezel anî diyare
Dibê: "Mihemedê Hekarî dema vî helbestê nivîsandîye heftê salî bûye û ji hîcretê vir da jî 1041 sal derbas bûye."
Feqîyê Teyran li Muksa ku girêdayîyê Hekarî'yê ye (Çolemêrg) ji dayîk bûye. Lê Muks an jî Miks, nuha girêdayîyê Baxçesaraya Wan’ê ye. Navê Feqîyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye Muhemmed e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji dewleta Osmanîyan fermana mîrî yê girtine.
Di derheqê navlêka (leqeb) Teyran de çîrokek heye:
Tê gotin ku rojekê Feqîyê Teyran diçû Cizîrê . Di rê de rastî Keşekî hat, pev re hevaltî kirin. Demek çûn, westîyan xwe dan ber sîya darekî. Du çûk hatin û veniştin ser darê. Çûk bi hev re diaxivîn û Feqî dekenîya. Keşe ji Feqî pirsî: "Ma tu çira dikenî?" Feqî go: "Ev adeta me ye. Em feqî holê dikenin." Keşe: "Divê jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene." Feqî: "Xebera te ye, lê eke ez ji te re bêjim, ditirsim tu bêbextîyê li min bikî û bela kî bînî serê min"
Keşe soz dayê ku ji tu kesî re nebêje. Feqî ra bû mesela xwe jê re qise kir û got:
"Ez bi zimanê teyran dizanim. Ji van çûkên ser darê yek, ji yê din ra dibêje, ev Feqî diçe Cizîrê. Lê nizane ku li Cizîrê bête êşandin."
Keşe deng nekir. Herdu ji nû ve bi rê ketin. Gava gihiştin Cizîrê Feqî çû Medresa Sor, Keşe jî çû Westanîyê. Li Westanîyê xelq gihabû hev û wek mirovên li tiştekî bigerin diçûn, dihatin û li erdê mêzedikirin û dipeyivîn. Keşe sehîtî kir û zanî ku remildarekî gotiye ku: "Di erda Westanîyê de xezîneyek heye," lê nikaribû cihê wî nîşan bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere. Vê carê Keşe kenîya û çû nik Mîr mesela Feqî û çûkan jê re go. Mîr şîyande pey Feqî. Feqî go:
-Mîr! belê ezê xezînê derînim. Lê para xwe jê dixwazim.
Mîr jî şertê Feqî pejirand Feqî jî çû hinek zad anî li nava Westanîyê reşand. Çûk hatin zad xwarin û bi hevre axivîn. "Ma ev zad kî li vir reşandîye?" "Feqî ji bo xezînê ev zad reşandîye." "Ma tu nizanî xezîne li ku ye?" "Belê! ez zanim, sibehê wextê roj hiltê, kevirê ku tavê berê ewulê lê dida xezîne dibinê wê kevirêda ye." Feqî zivirî medresê nivisand. Sibê zû rabû çû Westanîyê. Piştî kevira xwe nas kir, berê xwe da mala Mîr û go: "Ez benî min ciyê xezînê dî."
Mîr di gel xulaman rabû hat Westanîyê, erdê kolan û xezînê derxist. Malekî zaf derket. Mîr ji Feqî pirsî:
"Para te çi ye bêje?" Feqî go:
"Beramberê serê keşe zer bidin min." Mîr go:
"Serê Keşe bi laşê wî ve ye, em çawa beranberê wî bidin te?" Feqî go:
"Rehet e. Serê Keşê ji laşê wî bikin."
Anîn serê keşe jê kirin û danîn ser şehînê/mezînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê xistin, hetanî ku zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keşê nehat. Mîr enirî û go:
"Feqî! Te zanibûn ku serê Keşe girantir e. Loma te ev şert bi min re kir." Feqî deng nekir. Zêr ji şehînê rakirin û çend kulm ax avêtin şûna wî. Milê axê daket, serê Keşe rabû. Hingê Feqî berê xwe da Mîr û go:
"Mîrê min! Min zêr nexwest. Zêr bila ji te re be. Tu ku xwedî xulam û mêvanî. Meqseda min ew bû ku nîşanê we bidim. Ji serê mirovan girantir ax heye û mirov bi tenê bi axê têr dibe.
* * *
Feqîyê Teyran di helbestên xwe de qala felsefe, dîrok wêje, Hedîs û tesewwûfê dike. Ev jî dide nîşan ku ew xwendineke baş dîtîye. Ew li Miskê, Hîzanê, Cizîrê û Finikê xwendîye. Feqî li gelek cîyan xwendina xwe kirîye. Ji ber vî yekê navê wî derketîye "Feqîyê Gerok" jî. Feqî hemî jîyana xwe bi xwendin, nivisîn û zanyarîyê derbas kirîye. Lê mixabin pirê helbest û berhemên ku wî nivisandine negihîştine destê me. Mirov dikare bêje ku qasê Feqî ê berhem jî dane tune ye, lê ê wenda jî qasê ê wî tuneye. Gorî ew dibêje:
Agir pêta di dil da
Me'nîya daxan ku hilda
Ew kitab naçin du cilda
Hafizê medhan im ez
An jî
Mîm û Hê wesfê xwe hilda
Xweşmîsal in çûn du cilda
Çerx û kovan çûn di dilda
Ay dilê min ay dilo!
Ji van helbestan tê dîyar kirin ku wî bi cildan (berg) helbest nivisandîye. Di vir de tiştek dilê me herdem dêşîne derdikeve pêşîya me. Ew jî eve ku dused salî bêtire ku; ji her alîyê welatê me tê êşandin, şeliandin û talankirin. Ji alîyê neyarên me, ji alîyê mîsyoneran û ji alîyên xêrnexwazên din.
Çîrok û destanên ku hay lê hene evin:
1-Şêx Sen'an 2-Dimdim (Kela Dimdimê 3-Bersîs (Bersîsê Abid) 4-Qewlê Hepsê Reş
Xeynî vana "Sîseban" û "Ferx û Sitî" jî weka berhemên wî têne nîşandan lê ev hêj nehatîye peyitandin. Ji vana Sîseban dibe ku ê wî be.
Ji bilî vana helbestên Feqîyê Teyran'ên belav henin. Ê tên zanîn evin:
1-Ellah Çi Zatek Ehsene (20 Şeşîn) 2-Hey Av Û Av (51 Çarîn) 3-Îro Ji Dest Husna Hebîb (33 Çarîn) 4-Bi Çar Kerîman (7 Çarîn) 5-Melayê Batê Kanê (11 Çarîn) 6-Yar Tu Yî (18 Şeşîn) 7-Feqe Û Bilbil (18 Şeşîn) 8-Ez Çi Bêjim (8 Çarîn) 9-Ay Dilê Min ( 19 Çarîn) 10-Qewî Îro Ze'if Halim (18 Çarîn) 11-Dîlber (16 Çarîn) 12-Feqe Û Mela (50 Şeşîn) 13-Dilo Rabe (80 Çarîn) 14-Çiya Anî Li Deştê Kir (4 Çarîn) 15-Dengbêjê Jaran î (4 Çarîn) 16-Feqîyê Teyran Û Evîna Dilan 17-Mihacir 18-Dewran 19-Ê Bên 20-Feqîyê Teyran û Dîlber 21-Feqîyê Teyran û Qûling 22-Feqîyê Teyran Û Roj
Helbestên Feqîyê Teyran gelek sade, rehet û pak e.Ew pir xweş zimanê gel, hunerê û wêjeyê xistîye nav hev. Naveroka helbestên wî jî gelek berfireh in. Bi taybetî derbarê mijarên civakî û dîrokî de nivisandîye. Di warê olî, pesnê Xweda û Pêxemberê wî û warê Bawerî yê de helbestan nivisandîye. Feqî hozanê Evînê ye. Li cem wî evîna mecazî û Rastî yek in, tevlîhev in.
Feqîyê Teyran hemdemê Melayê Cizîrî ye. Weka ji alî gel tê zanîn Mela ne Mamostê wî ye, hevalê hev in. Hetta Feqî bi temenê xwe jê mezintir e. Ev jî di helbestê wan de dîyar e. Melayê Cizîrî, gorî ew dîyar dike sala 974’a koçî de hatîye dinyayê. Ev jî gorî demsala Zayînî 1566 dike. Mela, gorî Feqîyê Teyran di helbesta xwe ya "Îro Girya Me Tê" de dîyar dike: sala 1050'a koçî de ( 1640) wefat dike.
Feqîyê Teyran diçe gundê Werezoza Muksê û heta bigihêje dilovanîya Xwedê li wir dimîne. Feqîyê Teyran dema helbesta xwe ya "Dilo Rabe" dinivisîne 70 ye, dema "Îro Werin" dinivisîne jî 80 salîye. Ev jî dide nîşan ku Feqîyê Teyran dema wefat dike herî hindik 80 salî bûye. Lê mêjû ya mirina wî bi rastî nayê zanîn.
Ew jî ji ê du xwe ra bû mînakek ji herî başan.
Xwedê rehma xwe lê kê.
Mahmut Hocaoglu (Kovara Mizgîn)
*Çavkanî: M. Xalid Sadînî- Feqiyê Teyran Weşanên Nûbihar
jir (Ziyaretçi)
03.11.2014 22:06 (UTC)[alıntı yap]
Taliya tali feqiye. He ne buye şex
Rêvebîr (Ziyaretçi)
23.11.2014 20:18 (UTC)[alıntı yap]
Naxwe tû dibê hê "level atlama" nekiriye )

Cevapla:

Nickin:

 Metin rengi:

 Metin büyüklüğü:
Tag leri kapat



Bütün konular: 4
Bütün postalar: 8
Bütün kullanıcılar: 3
Şu anda Online olan (kayıtlı) kullanıcılar: Hiçkimse crying smileyForumumuz güncellenmiştir.
Bu websitesinin sahibi "Top liste" ekstrasını daha aktive etmemiş!
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol